Mesrûr Barzanî: Ez kêfxweş bûm ku min îro li Hewlêrê pêşwazî li Serok Macron kir
Ev serdan nîşaneya dostaniya Herêma Kurdistanê û Fransayê ye
Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kêfxweşiya xwe ji bo pêşwazîkirina li Serokê Fransayê Emmanuel Macron li Herêma Kurdistanê nîşan da û diyar kir; ev serdan tekezî li ser dostaniya bihêz a navbera Herêma Kurdistanê û Fransayê dike.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ya facebookê de ragihand: “Ez kêfxweş bûm ku min îro li Hewlêrê pêşwazî li Serok Emmanuel Macron kir.”
Mesrûr Barzanî herwiha destnîşan kir: “Ev serdan tekezî li ser dostaniya bihêz a navbera Herêma Kurdistanê û Fransayê dike.”
Serokê Fransayê Emmanuel Macron ligel her sê serokatiyên Herêma Kurdistanê civiya û piştre jî ligel Serok Barzanî bi taybetî civînek pêk anîn.
Serokê Fransayê Emmanuel Macron piştî serdana bajarê Mûsilê û Mizgefta Nûrî û dêra qedîm a bajêrê Mûsilê, gihîşte Hewlêrê.
Emmanuel Macron li Hewlêrê ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Seroka Parlamentoya Kurdistanê Rêwaz Fayeq ve hat pêşwazîkirin.
Macron bi mebesta beşdarbûna Lûtkeya Bexdayê, roja şemiyê 28ê Tebaxa 2021ê gihîşte Bexdayê.
Piştî beşdariya Lûtkeya Bexdayê, serdana Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê kir û ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê ve hat pêşwazîkirin.
