Serokwezîr Mesrûr Barzanî kêşeyên navbera Herêm û hikûmeta federalî ligel Macron gotûbêj kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro roja yekşemê 29ê Tebaxa 2021ê di civîneke hevbeş de ligel Serokê Herêma Kurdistanê û Seroka Parlamentoyê, bi Serokê Fransayê Emmanuel Macron re civiya.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro roja yekşemê 29ê Tebaxa 2021ê di civîneke hevbeş de ligel Serokê Herêma Kurdistanê û Seroka Parlamentoyê, bi Serokê Fransayê Emmanuel Macron re civiya.

Di civînê de rewşa giştî ya Iraq û navçe û pêşvebirina pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Fransayê hat gotûbêj kirin.

Serokê Fransayê amaje bi pêwendiya dîrokî ya navbera Fransa û Herêma Kurdistanê û rola Pêşmergeyê Kurdistanê bi rêbertiya Serok Mesûd Barzanî kir di têkşikandina DAIŞê de, berdewambûna piştgirî û hevkariya welatê xwe ji bo Herêma Kurdistanê car din anî ziman. Herwiha diyar kir ku hatina me bo Kurdistanê peyamek e ku Fransa dostên xwe bernade.

Di hevdîtinê de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pesnê helwesta dostane ya Fransayê da di piştevaniya Herêma Kurdistanê de di qonaxên cuda de. Herwiha amaje bi girîngiya karkirin û hemahengîkirina ligel Fransa û civaka navdewletî kir ji bo çareserkirina kêşeyên Iraqê bi giştî û kêşeyên hilawestî yên navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî bi taybetî, herwiha rola erênî ya Fransayê ji bo asayîş û seqamgîriya navçeyê, bilind nirxand.

Di beşeke din a civînê de behsa girîngiya cîbicîkirina rêkeftina Şingalê û zemînxweşkirina ji bo vegera awareyan bo cih û warên wan hat kirin.