Macron: Gelê Kurd û Pêşmerge li xeta pêş a şerê dijî DAIŞê bûn
Gelê Kurd û Pêşmerge li xeta pêş a şerê dijî DAIŞê bûn
Hewlêr (K24) - Serokê Fransayê Emmanuel Macron pesnê gelê Kurd û hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê da û diyar kir; gelê Kurd û hêzên Pêşmerge li xeta pêş a şerê dijî DAIŞê bûn.
Emmanuel Macron piştî ku ligel Serok Barzanî bi beşek pêşmergeyên jin re wêne kişandin, ew wêne li ser hesabê xwe yê Twitterê belav kiriye û gotiye: “Em pesnê hemû wan qehremanan didin ku di xeta pêş de şerê dijî DAIŞê kirin.”
Macron herwiha diyar kir: “Em pesnê gelê Kurd û hêzên Pêşmerge didin, Pêşmerge tê wateya kesên rûbirûyî mirinê dibin. Em pesnê hêzên Iraqê û Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê didin, pesnê hêzên Fransayê didin.”
Serokê Fransayê destnîşan kiriye: “800 serbazên me yên ji hêzên deryayî, esmanî û bejahî di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê, şêwirmendî û perwerde didin hêzên Iraqî. Min dema li Hewlêrê serdana serbazên fransî kir, min ji wan re got: Em deyndarê we ne û em bi we şanazî dikin.”
