Macron spasiya Serok Barzanî dike

Serokê Fransayê Emmanuel Macron piştî vegera bo welatê xwe, li Twittera xwe spasiya Serok Mesûd Barzanî kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Fransayê Emmanuel Macron piştî vegera bo welatê xwe, li Twittera xwe spasiya Serok Mesûd Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir.

Serokê Fransayê Emmanuel Macron piştî serdana wî bo Iraq û Herêma Kurdistanê û vegera wî bo Fransayê, di twittekê de ragihand, “Birêz Mesûd, Spas dikim. 30 sal in, her du gelên me xwedî dîrokeke taybet in. Em ê wê berdewam bin.”

Herwiha Serokê Fransayê tweeteke din bi zimanê Kurdî belav kir û tê de spasiya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîran Barzanî kir.

Macron nivîsî: “Min xwast duhî serdana xwe ya ji bo Iraqê, li Hewlêrê bi dawî bikim.”

Tekez kir jî, “Fransa ti deman pabendbûna şervanên Kurd di şerê dijî DAIŞê de ji bîr nake. Nêçîrvanê ezîz, spas bo vê pêşwaziyê”
 

 

Fly Erbil Advertisment