Li bajarê Der’a 7 leşkerên rêjîma Sûriyê hatin kuştin

Topbarana hêzên rêjîma Sûriyê li ser bajarê Der’ayê
Topbarana hêzên rêjîma Sûriyê li ser bajarê Der’ayê

Navenda Nûçeyan (K24) – Di şer û pevçûnên bajarê Der’a yê li başûrê Sûriyê de, 7 leşkerên rêjîma Sûriyê hatin kuştin û 12 leşker jî birîndar bûn.

Ji roja 24ê Hezîrana borî ve, artêşa Sûriyê dest bi operasyoneke leşkerî li ser li hember taxa Der’aya Beled a bajarê Der’ayê kiriye û bi awayekî tund dorpêç kiriye û topbaran dike. Di encamê de gelek welatiyên sivîl bûne qurbanî.

Rewangeha Mafên Mirovan belav kir, çekdarên xwecihî yên bajarê Der’ayê êrîşî ser rêbendên hêzên rêjîma Sûriyê kirin û di heyama 24 demjimêrên borî de, 7 leşkerên rêjîmê hatin kuştin û 12 leşker jî birîndar bûn.

Ev yek piştî wê tê, hêzên rêjîmê roja Yekşema borî 29ê Tebaxê taxa Der’aya Beled topbaran kiribû û di encamê 3 kes hatibûn kuştin.

Berî çend rojan bi navbênkariya Rûsyayê agirbestek di navbera hêzên rêjîma Sûriyê û xelkê taxa Der’aya Beled de hatibû ragihand, lê hêzên rêjîmê roja Yekşemê agirbest binpê kir û careke din dest bi topbarana taxên Der’ayê kirin.

Bajarê Der’ayê li başûrê Sûriyê dikeve û şoreşa Sûriyê di Adara 2011an de ji wî ve dest pê kiribû, berî ku di pişt re bibe şerekî navxweyî ya tund, bi sedhezaran kes bêne kuştin û nîvê gelê Sûriyê koçber bibe.