Demirtaş: Daristanên Dêrsimê bi heman armancên sala 1938an tên şewitandin
Demirtaş: Sala 1938 Dêrsim bi çi armancê hatiye bombebarankirin, daristanên Dêrsimê jî îro bi heman armancê tên şewitandin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Selahedîn Demîrtaş da xuyakirin, sala 1938 Dêrsim bi çi armancê hatiye bombebarankirin, daristanên Dêrsimê jî îro bi heman armancê tên şewitandin.
Xwazaya bajarê Dêrsimê ji 18ê Tebaxê ve dişewite. Di vî agirî de bi hezaran cûreyên daran şewitîn û ajel jî mirin. Agir bi saya bayê zû belav dibe.
Di wê derbarê de, hevserokê berê yê HDPê Selahedîn Demîrtaş ku pênc sal in di zîndanê de ye da xuyakirin, sedema nevemirandina daristanên Dêrsimê, ne kêmasiya rayedarên dewletê ye, ji ber ku li navçeyê daristan bi zanebûn tên şewitandin û hewlên vemirandinê jî tên astengkirin.
Demîrtaş got, her kes vê rastiyê dizane, lê newêre bibêje û da xuyakirin, sala 1938’ê Dêrsim bi kîjan armancan hatiye bombebarankirin, niha jî bi heman armancan û di çarçoveya siyasetê de daristan tên şewitandin.
Da xuyakirin, li Tirkiyeyê di karesatan de jî cudahî heye û nêzîkatiya ku hember şewatên Manavgat û Marmarîsê hatine nîşandan, ji bo şewatên Dêrsim û Şemzînanê, lehiyên Elbakê nehatine nîşandan.