Li Der’ayê agirbesteke demkî hate ragihandin
Navenda Nûçeayn (K24) – Piştî civîna şeva borî ya di navbera xelkê Der’a û nûnerên rêjîma Sûriyê de û bi navbênkariya Rûsyayê, agirbesteke demkî li wî bajarî hat ragihandin.
Li gor medyaya opozîsyona Sûriyê, şeva borî Komîteya Danûstandinan a taxa Der’aya Beled, Komîteya Navendî ya Der’a, Wezîrê Berevaniyê yê Sûriyê Elî Eyûb û fermandarên Rûsî derbarê dorpêç û şerê li wî bajarî li Yarîgeha Der’ayê civiyan.
Piştî civînê, aliyên civînê li ser agirbesteke 3 rojî li hev kirin û dê îro bikeve ware cibicîkirinê.
Li gor xalên agirbestê, hêzên Polîsa Leşkerî ya Rûsî derbasî Der’ayê bibin bi Lîwaya Heştem a artêşa Sûriyê xalên leşkerî deynin û çavdêriya agirbestê bikin.
Herwiha kesên ku bixwazin ji Der’ayê derkevin jî dê rê ji bo were dayîn.
Ji roja 24ê Hezîrana borî ve, artêşa Sûriyê dest bi operasyoneke leşkerî li ser li hember taxa Der’aya Beled a bajarê Der’ayê kiriye û bi awayekî tund dorpêç kiriye û topbaran dike. Di encamê de gelek welatiyên sivîl bûne qurbanî.
Berî çend rojan bi navbênkariya Rûsyayê agirbestek di navbera hêzên rêjîma Sûriyê û xelkê taxa Der’aya Beled de hatibû ragihand, lê hêzên rêjîmê roja Yekşemê agirbest binpê kir û careke din dest bi topbarana taxên Der’ayê kirin.