Encûmena Wezîran ji bo dabînkirina petrola sipî û bilindbûna nirxê benzînê dicive

Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro 1 Îlonê 2021ê bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî dicive.

Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro 1 Îlonê 2021ê bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî dicive.

Li gor Fermangeha Medya û Zanyariyan, di civînê de ev babet tên guftûgokirin:

Yekem: Pêşkêşkirina kurteyekê derbarê encamên serdan û civînên Serokê Fransa Emmanuel Macron. Herwiha pêşkêşkirina kurteyekê derbarê encamên beşdarîkirina şanda Herêma Kurdistanê di dawî gera diyaloga stratejîk a di navbera Iraq û Amerîka de ya ku di rojên 22 ta 28ê Tîrmehê li Washingtonê birêve çûbû.

Duyem: Pêşkêşkirina pêngavên Wezareta Samanên Xwezayî, Wezareta Aborî û Darayî û Serokatiya Dîwana Encûmena Wezîran ji bo cibicîkirina biryara Encûmena Wezîran a dabînkirina petrola sipî ji welatiyan re û pirsgirêka bilindbûna nirxê benzînê.

Sêyem: Pêşkêşkirina encamên civîna wezîrên pêwendîdar, parêzgar û serperiştiyarên îdareyên serbixwe li Serokatiya Dîwana Encûmena Wezîra di 29/8/2021 de derbarê çareserkirina pirsgirêkên firne û nanxaneyên giştî, bilindbûna nixê nan û semûn û asankarî û piştevaniya wezaretên pêwendîdar ên di vî warî de.

Çarem: Pêşkêşkirina pêngavên Wezareta Şaredarî û Geştûguzar û Wezareta Çandiniyê û Jêderên Avê û Serokatiya Dîwana Encûmena Wezîran ji bo rûbirûbûna pirsgirêka dabînkirina ava pak ji welatiyan re.