58 ciwanên Herêma Kurdistanê li Sûriyê asê mane û daxwaza hevkariyê dikin

Desthilatên Tirkiyê 58 xort û ciwanên Herêma Kurdistanê deportî Sûriyê kirin û niha ew li bajarê Ezazê ne.

Navenda Nûçeyan (K24) – 58 xort û ciwanên Herêma Kurdistanê ku dixwastin bi riya Tirkiyê re derbasî Ewropayê bibin, desthilatên Tirkiyê ew deportî Sûriyê kirin û niha li bajarê Ezazê ne.

Yek ji wan kesên deportkirî ji K24ê re ragihand, ew 58 xort û ciwanên ji Başûrê Kurdistanê ne, ji bo ku biçin Ewropa, ew derbasî Tirkiyê bûn û ew li bajarê Dîlokê ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê ve hatin girtin, ji ber ku wan xwe wek welatiyên Sûriyê dane nasandin, desthilatên Tirkiyê ew deportî Sûriyê, bajarê Izazê kirin.

Wî diyar kir jî, ew ji heyama çend rojan ve li bajarê Ezazê di avahiyekê de ne û ji ber ku ew bajar di destê grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê de ne, ew nikarin ji wî bajarî derkevin.

Da zanîn jî, ew dixwazin asankarî ji wan re were kirin, û bang li Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezareta Derve ya Iraqê dikin, wan rizgar bikin û vegerînin Herêma Kurdistanê.

Bajarê Ezazê li parêzgeha Helebê ye û 20 k.m li rojhilatê bajarê Efrînê dikeve û di destê grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê yên Tirkiye piştevaniya wan dike de ye.