Hevpeymaniya Navdewletî: Pêşmerge hevpeymanê me yê sereke ye

Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê ya bi serokatiya Amerîkayê tekez kir ku hêzên Pêşmerge hevpeymaneke sereke ye ji bo parastina asayîş û aramiya navçeyê.

Hewlêr (K24) – Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê ya bi serokatiya Amerîkayê tekez kir ku hêzên Pêşmerge hevpeymanekî sereke ye ji bo parastina asayîş û aramiya navçeyê.

Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî Wayne Marotto li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Hêzên Pêşmerge hevpeymana sereke ya erkê me yê hevbeş e û girîng e ku Hevpeymaniya Navdewletî piştevaniya wan hewldanan bike ji bo pêkanîna asayîş û seqamgîriya herêmî û desteberkirina nevegera DAIŞê.”

Wayne Marotto herwiha diyar kir: “Em dimînin û rijd in li ser wê yekê ku weke hevbeşek ji bo pêkanîna armancan bixebitin, ku têkbirina yekcarî ya DAIŞê ye.”

Marotto destnîşan kir ku şêwirmendên wan mil bi mil bi hêzên Pêşmerge dixebitin û li hemû deverên Herêma Kurdistanê hemahegiya wan ligel hev heye.