Rêveberê SOHRê: Agirbesta li Der'ayê dê berdewam be

Rêveberê Rewangeha Sûriyê ya Mafên Mirovan (SOHR) Ramî Ebdirehman li ser rewşa Der'ayê diyar kir; agirbesta ku hatiye ragihandin, dê berdewam bibe.

Hewlêr (K24) - Rêveberê Rewangeha Sûriyê ya Mafên Mirovan (SOHR) Ramî Ebdirehman li ser rewşa Der'ayê diyar kir; agirbesta ku hatiye ragihandin, dê berdewam bibe.

Ramî Ebdirehman beşdarî bultena nûçeyan a Kurdistan24ê bû û li ser rewşa dawî ya Der'a û egera pêwendiyê di navbeyna Encûmena Sûriya Demokrat (MSD) û rejîma Sûriyê de, bersiv da pirsên Cemal Batun.

Li ser pirsa "Gelo agirbesta sê rojî ya li Der'ayê dê were cîbicîkirin?", Ramî Ebdirehman diyar kir: “Belê, ez bawer im ku agirbesta heyî dê berdewam bibe, ji ber ku Rûsyayê ev agirbest bi ser Firqeya Çaran a rejîmê de sepandiye.”

Derbarê girîngiya Der'ayê de ji bo şoreşa Sûriyê destnîşan kir: “Der'a nûnertiya rûmeta Sûriyê dike, ji destpêka şoreşê ku serhildana xelkê Horan ji bo zarokên xwe û ji bo rûspiyên xwe li dijî rejîmê, weke îro jî me dît berdewamiya rûmeta gelê Sûriyê ye, heta Rûsya jî xwe bisepîne li wê derê, bi dehan xort karîn Firqeya Çaran a rejîmê biçûk bikin li wê derê, ku langeya şoreşa Sûriyê bû.”

Ramî Ebdirehman li ser pêwendiyên Encûmena Sûriya Demokratîk (MSD) û hikûmeta Sûriyê diyar kir: “Gotûbêj berdewam in û nehatine sekinandin, çi hevdîtinên li Himêmim hebûn, çi li Moskowê bûn, ew hevdîtin berdewam in, ne tenê Encûmena Sûriya Demokratîk, em hemû gotûbêjan ligel rejîmê dibînin.”

Rêveberiya Xweser rê li ber Berpirsê Pêwendiyan ê Rêxistina Asûrî ya Demokratîk Gabriyêl Mûşî girtibû ku derbasî Herêma Kurdistanê bibe, li ser vê mijarê Rêveberê Rewangeha Sûriyê ya Mafên Mirovan diyar kir: “Çi binpêkirinek di mafên mirovan de, çi ji aliyê Hêzên Sûriya Demokrat (HSD), an jî ji aliyê grûpên opozîsyonê têne kirin, cihê şermezariyê ye, dema em behsa demokrasiyê dikin, divê mafên rojnamevanan, mafên mirovan li wan navçeyan werin parastin.”

Li ser girtina ofîsên Kurdistan24 ên li Rojavayê Kurdistanê jî destnîşan kir: “Me daxuyanî derxist û girtina ofîsa Kurdistan24 şermezar kir. Me got azadiya rojnamevaniyê divê were parastin. Me hişyarî jî da û me got divê rojnamevanî azad be.”