Bafil Talebanî: Ez hatibûm jehrîkirin
Hevserokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî ragihand; li Silêmaniyê çavsorkirin, wergirtina serane û revandin, bûbûn diyarde.
Hewlêr (K24) – Hevserokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî ragihand; li Silêmaniyê çavsorkirin, wergirtina serane û revandin, bûbûn diyarde.
Bafil Talebanî îro li Debaşan di hevdîtinekê de ligel medyakar û rojnamevanan, ku di hevdîtinê de nûçegihanê Kurdistan24ê Hawjîn Cemal jî amade bû, behsa çend mijarên navxweyî yên YNKê û hilbijartinên Iraqê kir.
Nûçegihanê K24ê Hawjîn Cemal ragihand ku Bafil Talebanî yekdengbûna Kurdan li Bexdayê girîng dibîne û li ser vê mijarê diyar kiriye ku ew weke YNKê ji bo yekrêziya Kurdan li ser hemû destpêşxeriyan amade ne, ji ber ku Kurd li Bexdayê bi yekrêzî mafên xwe bi dest dixin.
Bafil Talebanî destnîşan kiriye ku YNK piştî 8ê Tîrmehê, ji YNK ya beriya 8 Tîrmehê cudatir e.
Hevserokê YNKê ku kurê mezin ê Sekreterê koçkirî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Celal Talebanî ye, diyar kiriye; wisa li YNKê hatibû kirin ku kesî êdî ev partî nas nedikir, çavsorkirin, wergirtina serane û revandin, bûbûn diyarde.
Li ser çarenûsa Lahûr Cengî, Bafil Talebanî eşkere kir ku ew beşdarî kampanyaya hilbijartinan jî nabe.
Derbarê bûyerên 8ê Tîrmeha derbasbûyî de Bafil Talebanî ragihand: “Tiştê ku hate kirin, darbe nebû, rêgirtina li darbeyê bû, ez hatim jehrîkirin, belgeya min li ser vê yekê heye, mikurhatina min heye, jehr xistibûn şerbeta min a porteqalê, doktoran ji min re gotin tu çawa li jiyanê mayî.”
Herwiha eşkere kir ku piştî 8ê Tîrmehê rewşa ewlehiya Silêmaniyê guherî û beriya 8ê Tîrmehê ti veberhênerek nikaribû ji bo veberhênanê berê xwe bide Silêmaniyê.