Ronaldo rekora golkarê dîrokî yê hilbijardeyan şikand

Navenda Nûçeyan (K24) – Stêrka Portugalî Cristiano Ronaldo welatê xwe ber bi serkeftina li ser mêvana xwe ireland bir û bû golkarê dîrokî yê hilbijardeyan.

Şeva borî di çarçoveya gera çaremîn a pêşbirkên hilbijardeyên Ewropî bo mondiala Qeter 2022 de, hilbijardeya Portugalê bi encama (2 - 1) bi ser hilbijardeya Ireland ket.

Destpêkê lîstikvanê Irelandî John Egan gola welatê xwe di xuleka paşîn a nîvê yekem de tomar kir. Piştre Ronaldo di dema kujer de bi du golan bersiv da, ya yekem di xuleka 89 û ya duyem jî di xuleka 90+6 de tomar kirin.

Cristiano Ronaldo bi tomarkirina van du golan, bi 111 golan bû golkarê dîrokî ya hilbijardeyan ku pêştir bi navê lîstikvanê Îranî Ali Daei bû.

Cristiano Ronaldo 111 gol di 180 lîstikan de tomar kirin. Ali Daei 109 gol di 149 lîstikan de tomar kirin.