Li Rojavayê Kurdistanê 149 kesên din bi Koronayê ketin
Navenda Nûçeyan (K24) – Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand, 149 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketin.
Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa Koronayê belav kirin.
Dr. Ciwan Mistefa ragihand; 149 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine. Herwiha 2 kesên din jî ji vê nexweşiyê baş bûne
Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa Koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 20798 kesan, ji wan 1960 kes baş bûne û 788 kesan jî canê xwe ji dest dane.