Dadgeha Destûra Tirkiyê daxwaza HDPê qebûl kir
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) derbarê doza girtna xwe de ji bo parastina xwe bike, roja 16ê Tebaxê daxwaza dema zêde kiribû.
Navenda Nûçeyan (K24) - Dadgeha Destûra Tirkiyê daxwaza Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) qebûl kir û ji bo parastinê 30 rojên din dem da HDPê.
Dadgeha Destûra Bingehîn daxwaza HDP'ê ya ji bo parastinê ya di doza ji bo beşdarbûna HDPê de hat vekirin, qebûl kir û 30 roj dem da wê.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) derbarê doza girtna xwe de ji bo parastina xwe bike, roja 16ê Tebaxê daxwaza dema zêde kiribû û ev daxwaza xwe pêşkêşî Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyê kiribû.
Dadgeha Destûra Bingehîn di 21ê Hezîrana îsal de îdîanameya Serdozgeriya Komarê ya ji bo girtina HDPê qebûl kir. Bi qebûlkirina yekdengî ya îdîanameyê, pêvajoya girtina HDPê ku di 15ê Cotmeha 2012an de hatibû damezrandin, bi awayekî fermî dest pê kir.
Li gor qanûnê, piştî qebûlkirina îdîanameya girtina HDPê, 60 roj dem li pêşiya partiyê hebû ku parastina xwe bike, lê wê partiyê beriya du hefteyan daxwaza dirêjkirina dema parastinê kiribû.
Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyê îsal 2 caran doza girtina HDPê red kiribû. Encûmena Giştî ya Dadgeha Destûrî ya Tirkiyê roja 31ê Adara 2021ê û 16ê Nîsana 2021ê ji bo gotûbêjkirina doza girtina HDPê civiyabû. Di herdu civinan de hinek kêmasiyên di îdîanemeyê de hatin diyarkirin û ji bo serrastkirina wan, îdîaname hat redkirin û li Serdozgeriya Giştî hat vegerandin.
HDP sêyemîn fraksyona herî mezin e li Parlamentoya Tirkiyê û di hilbijartina dawî ya parlamentoyê de ku sala 2018an hat kirin, ji sedî 11.7ê dengan bi dest xist û ji 600 kursiyên parlamentoyê 67 kursî bi dest xistin.
Di vê gera parlamentoyê de mafê parlamenteriyê ji sê parlamenterên HDPê hatiye standin û hinek parlamenter jî ji fraksyonê derketine. Li Parlamentoya Tirkiyê niha 57 kursiyên HDPê hene.