Li Hewlêrê xebatên qonaxeke din a cadeya 150 metrî dest pê kir

Ev qonaxa projeya 150 metrî ya Hewlêrê, cadeya Hewlêr û Koye heta Hewlêr – Şeqlawe li xwe digre.

Hewlêr (K24) – Îro şemiyê 4ê Îlona 2021ê xebatên qonaxeke din a riya 150 metrî ya Hewlêrê dest pê kir, ku di warê çêkirina rêyan de yek ji projeyên stratejîk ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye.

Nûçegihanê K24ê li Hewlêrê ragihand; piştî ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî rizamendî li destpêkirin û temamkirina beşeke din a riya 150 metre ya Hewlêrê nîşan da, îro xebatên qonaxa duyem a cadeyê dest pê kir.

Ev qonaxa projeya 150 metrî ya Hewlêrê, cadeya Hewlêr û Koye heta Hewlêr – Şeqlawe li xwe digre û dirêjahiya wê 7.2 kîlometre ye.

Di 25ê Sibata 2021ê de bi serperiştî û amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, qonaxa yekem a cadeya 150 metrî ya Hewlêrê hatibû vekirin.

Qonaxa yekem a cadeya 150 metrî ji rêya Hewlêr – Behreke heta Hewlêr – Şeqlawe hatiye temamkirin û ji bo bikaranîna şofêran hatiye vekirin û bi temambûna beşa duyem a cadeyê jî gelek hêsankarî ji bo hatûçûna ji paytexta Herêma Kurdistanê û derdora wê, dê li ber welatiyan çêbibe.