ÎHD Mehmet Sîncar li Diyarbekirê bi bîr anî
Navenda Nûçeyan (K24) – Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Diyarbekirê, li ber Pêykerên Mafê Jiyanê 656. Çalakiya: ‘bila kiryar bên dîtin û ceza kirin û ciyê windayiya bê aşkere kirin’ li dar xist. Di çalakiya vî hefteyî de mafparêz Mehmet Sîncar ku di 4’ê Îlona sala 1993’an de li Batmanê hatibû kuştin hat bibîranîn.
Di 656. Çalakiyê de Hevjîna Mehmet Sîncar, Cîhan Sîncar bal kişand ku bi salan ne, bi vê çalakiyê daxwaza dadweriyê tê kirin, lê rayedaran gohên xwe ji daxwazên wan re girtî ye. Sîncar da zanîn ku ne tenê Mehmet Sîncar, bi deh hezaran Kurd hatine winda kirin û kuştin, lê bersûcên wan ji aliyê dewletê ve tên parastin. Cîhan Sîncar anî ziman ku heta ku vê helwesta dewletê bê guhartin û tawanbar bên ceza kirin ewê têkoşîna xwe bidomînin.
Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan HDPê Ebrû Gunay jî bal kişand ku 28 sal in, kujerên Mehmet Sîncar û wek Wî gelek xort, ciwan, jin û zarokên Kurd tên parastin û nayên ceza kirin. Ev encam bixwe jî nîşan dide ku dewleta Tirkiyeyê tawanbarên ku li hember Kurdan tawan kirine diparêze û bi awayekî ji derveyî dadwerî û mafên mirovî tevdigere.
Gunay jî daxuyand ku çewa heta niha bê navber têkoşîna daderiyê hatiye dayîn, dê ji niha û pê de jî têkoşîna xwe bidomînin.