Bi sponseriya medyayî ya K24ê, Konferansa Hêza Mana Ciwanan birêve diçe
Ev proje taybet bi ciwanan e û armanc jê, peydakirina derfetên kar di sektora taybet de û wergirtina qerzên biçûk e.
Navenda Nûçeyan (K24) – Konferansa Hêza Mana Ciwanan bi sponseriya medyayî ya Kurdistan24ê li aliyê Tora Hevahengî ya Rêxistnan li bajarê Hewlêrê birêve diçe.
Li gor karnameya rêkxerên vê konferansê, ev proje taybet bi ciwanan e û armanc jê, peydakirina derfetên kar di sektora taybet de û wergirtina qerzên biçûk e û pêşandana karîna kesên xwedê behre û xwedî proje ne.
Di karnameyê de hatiye diyarkirin jî, ev proje taybet e bi ciwanên serkeftin bi dest xistine, ji bo bibe handerek ji hemû ciwanan.
Konferans sibe Yekşemê di demjimêr 10:05 de bi gotara bixêrhatina mêvanan ji aliyê Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw dest pê dike, piştre jî gotara serperiştiyarê Tora Hevahengî ya Rêxistinan tê pêşkêşkirin.
Li gor karnameyê jî, di konferansê de gotara Seroka Parlamantoya Kurdistanê û gotara Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê tên pêşkêşkirin. Herwiha yekem panela konferansê jî di demjimêr 10:30 de dest pê dike.
Di panalekê de her yek ji Alîkarê Serokê Encûmena Wezîran Rêbaz Hemlan, Serokê Desteya Weberhênanê Mihemed Şukrî, Serokê Komîta Rewşenbîrî û Lawan Seleme Fatih û hejmarek kesayetî beşdar dibin.