Bi daxuyaniyekê qedexekirina mîtînga aştiyê hat şermezar kirin
Diyarbekir (K24) – Platforma Ked û Demokrasiyê xwestibû ku mîtînga 1’ê îlonê Roja Aştiyê di 4’ê îlonê de li dar bixe, lê destûr nehatibû dayîn. Îro jî pêkhateyên paltformê piştî rakêşiyên bi hêzên ewlehiya Tirk re, li ber Kolana Hunerê ya Diyarbekirê daxuayniyekî belav kirin û hem roja aştiyê pîroz kirin, hem jî qedexe kirina mîtîngê şermezar kirin.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku hikumet û dewleta Tirk hebûna xwe li ser şer û dijminahiya Kurdan dimeşîne û loma jî jii çalakî û daxuayniyên aştîxwaz ditirse û qedexe dike.
Parlamenterê HDPê Sarûhan Ûlûç jî di axafina xwe de anî ziman ku hikumet hem bi dewletên cîran re, hem jî bi Kurdan re meşandina polîtîkayên şer xwe berdewam dike û qedexe kirina mîtînga aştiyê jî wek berdewamiya wan polîtîkayan dest nîşan kir.
Ûlûç anî got, heger hikumet ji aştiyê netirsiya mîtînga aşitiyê betal nedikir, loma jî li ku dera heremê şerek hebe, Tirkiye jî aliyekî wan şera ye.