Li Rojavayê Kurdistanê 4 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan
Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser amarên nû yên Koronayê ragihandin
Navenda Nûçeyan (K24) – Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand, 241 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 4 kesan canê xwe ji dest dane.
Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa Koronayê belav kirin û diyar kir, 4 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dane.
Dr. Ciwan Mistefa ragihand; 241 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine. Herwiha 5 kesên din jî ji vê nexweşiyê baş bûne
Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa Koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 21312 kesan, ji wan 1977 kes baş bûne û 798 kesan jî canê xwe ji dest dane.