Li Diyarbekirê bazara tirimbêlên destê duyem qels bûye
Ji ber bacên ku dewlet werdigire û bandora Covîd-19ê, nirxê trimbêlan zêde dibe.
Diyarbekir (K24) – Li Diyarbekirê bazara tirimbêlên destê duyem qels e. Ji ber bacên ku dewlet werdigire û bandora Covîd-19ê, nirxê trimbêlan zêde dibe. Welatî dibêjin; ji beriya salekê tirimbêla ku bi 100 hezar lîreyî dikirîn niha bûye 200 hezar lîre. Daxwaza welatiyan ew e ku bacên tirimbêlan were kêmkirin.
Ev der bazara tirimbêlên destê duyem ya Diyarbekirê ye. Ev bazar hefteyê carekê; roja yekşemê vedibe. Bi sedan welatiyên ku dixwazin tirimbêla xwe bifiroşin an jî tirimbêlekê bikirin berê xwe didin vê bazarê. Li vê bazarê bihayê tirimbêlan cuda cuda ye. Lê welatî dibêjin; ji ber bihabûnê, tirimbêla 20 salî jî nayê kirîn.
Firoşkarê Tirimbêlê Evdilqadir Uçar ji K24ê re got: “Bazar xirab e. Tirimbêl nê tên kirîn û ne tên firotin. Kar tune ye, em jî neçar in ku tirimbêla xwe biforoşin û bixwin. Ez nikarim tirimbêla xwe nû bikim. Heger ez tirimbêleke nû bikirim divê ez hin pereyî li heqê ya xwe zêde bikim.”
Mihemed Elî Sirtlan: “Em dixwazin tirimbêlekê bikirin, yekê bifiroşin. Armanca me ew e ku em pê debara xwe bikin. Çar kurîş kar lê zêde bibe baş e lê ew jî zehmet e. Bazar mirî ye. Bi xelkê re pere tine ye; pereye ku heye jî veşari ye. Ez dikarim bibêjim di nava salakê de nirxê tirimbêlan sedî sed zêde bûye. Min erebeya xwe par da 108 hezar lîre yî îro ew tirimbêl 210 hezar lîreyî ye.”
Li vê bazarê nirxê tirimbêlan ji 40-50 hezar lîreyî; ango ji 5 hezar dolarî dest pê dike û heta 500 hezar lîreyî ango 60 hezar dolarî diçe. Bazara tirimbêlên destê duyem bi bazara tirimbêlên nû ve girêdayî ye. Dema ku tirimbêlên nû biha dibin yên destê duyem jî biha dibin. Li gorî gotinên welatiyan; kesên ku kêmtirîn mûçe distînin êdî zehmet e bikaribin tirimbêleke sifir bikirin û ew jî berê xwe didin bazara destê duyem.
Mihemed Bilîr: “Tirimbêl biha ne. Feqîr nikarin erebeyan bikirin. Ev bac bihatana kêmkirin dê gelek baş bibûya. Li Kurdistanê; li Duhok, li Zaxo bacê wernagrin, tirimbêl erzan in û tazen(spehî) ne. Li aliyê me bac zêde ye û mirov nikare ji bo xwe tirimbêlekê bikire.”
Ferhan Yildirim: “Wilehî em jî hatine ku em tirimbêla xwe bifiroşin. Lê tiştekî jî nayê firotin. Tirimbêlên baş biha ne û yên erzan jî kevin in.”
Jiyan: “Ez ji sala 2010an ve li bajarê Hamburg a Elmanyayê dijîm. Ji bo bêhnvedana xwe hatime vê derê. Min li tirimbêlekê nêrî, bihayê wê 140 hezar bû. Bi vî pereyî ez dikarim li Elmanyayê tirimbêleke segmenta wê bilind bikirim. Li Tirkiyeyê tirimbêl gelek biha ne, bac zêde ye. Li Elmanyayê erzan in.”
Li gorî daneyên Komeleya Firoşkarên Otomobîlan, di salekê de rêjeya firotina tirimbêlan %45 daket û di Tîrmeha 2021an de 48 hezar tirimbêl hatine firotin. Pisporên bazara tirimbêlan dibêjin; ji ber bandora Covîd-19ê çîpên tirimbêlên nû kêm peyda dibin ev yek jî bandorê li nirxê tirimbêlên nû dike û bi vê yekê ve girêdayî nirxê tirimbêlên destê duyem jî zêde dibe. Hêvî û daxwaza welatiyan ew e ku bacên dewlet ji tirimbêlan werdigire bên kêmkirin da bihayê tirimbêlan bikeve.