Li Hewlêrê rojane zêdetir ji milyonek lître benzîna bi 750 dînaran tê belavkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Peyamnêrê Kurdistan24ê li Hewlêrê da zanîn, li seranserê sînorê parêzgeha Hewlêrê 37 benzînxane benzîna piştgirîkirî ya hikûmetê, ku nirxê her lîtreyeke wê 750 dînar e, li ser şofêran dabeş dikin.

Îro 11ê Mijdara 2026an, proseya dabeşkirina vê benzînê ji saet 06:00ê sibehê ve dest pê kir û giştî qebareya benzîna terxankirî gihişte 1 milyon û 300 hezar lîtreyan. Ev di demekê de ye ku hefteya borî rojane 1 milyon û 600 hezar lître li ser 45 benzînxaneyan dihat belavkirin, ku wê gavê rêzên dirêj ên li pêşiya westgehan berbiçav kêm bibûn.

Li gorî zanyariyan, biryar heye ku ji bo rojên bê hejmara westgehan û hejmara lîtreyên hatine terxankirin were zêdekirin. Rojane li her benzînxaneyekê di navbera 950 heta 1.000 otomobîl sotemeniyê werdigirin. Ew rêjeya sotemeniyê ya ku li depoyên benzînxaneyan de jî bimîne, roja pêncşemê ji saet 06:00ê sibehê ve heta bidawîbûna wê li ser xwediyên otomobîlan tê dabeşkirin.

Li aliyê din, kalîteya vê benzînê gelek baş e û asta oktana wê di navbera 90 heta 91 pileyan de ye, bi vî awayî ti gazind û gilî ji aliyê şofêran ve nînin. Zêdebûna vê benzîna piştgirîkirî bandor li ser daxistina nirxê benzîna bazirganî li bazarên navxweyî jî kiriye.

Li gorî şopandina peyamnêrê Kurdistan24ê, li borsaya benzîna bazirganî, nirxê lîtreyeke benzîna normal a bazirganî ya bi kalîteya baş bo 1.100 dînarî daketiye. Bi giştî nirxê sotemeniyê li bazaran ber bi erzanbûnê ve diçe û niha lîtreya benzîna "Super" û "Muhesen" di navbera 1.600 heta 1.800 dînaran de tê firotin.