Şandeke Parlamentoya Kurdistanê serdana Fransayê dike
Şande bi parlamenterên Fransayê re guftûgoyan li ser bihêzkirina pêwendiyan û hevahengiya di navbera her du parlamentoyan de dike.
Navenda Nûçeyan (K24) – Biryar e sibe şandeke Parlamentoya Kurdistanê serdana Fransayê bike û bi parlamenterên Fransayê re guftûgoyan li ser bihêzkirina pêwendiyan û hevahengiya di navbera her du parlamentoyan de bikin.
Peyamnêrê K24ê li Hewlêrê da zanîn, sibe 8/9/2021ê şandeke ji endamên Komîteya Yasayî ya Parlamentoya Kurdistanê serdana Fransayê dike, li Parîsê bi parlamenterên Fransayê re dicive û bi armanca bihêzkirina pêwendiyan û hevahengiya di navbera her du parlamentoyan de guftûgoyan dike.
Herwiha destnîşan kir jî, şanda Parlamentoya Kurdistanê bi parlamenterên Franayê re jî behsa ezmûna karê Parlamentoya Franayê re dikin.
Li gor zanyariyên peyamnêrê me, şanda Parlamentoya Kurdistanê piştî Fransayê, serdana çend welatên din jî dike.
Fransya yek ji welatên ku pêwendiyên wê yên dîrokî bi Herêma Kurdistanê re hene, di qonaxên cuda de jî piştevaniya Kurdistanê kirin. Di wê çarçoveyê de jî, Serokê Fransayê Emmanuel Macron roja 29/8/2021ê serdana Herêma Kurdistanê kiribû û di hevdîtinên xwe yên bi Serokê Barzanî, Serokê Herêmê, Serokê Hikûmetê û Seroka Parlamentoyê re tekezî li bihêzkirina pêwendiyan û piştevaniya Fransa ji Herêma Kurdistanê re kiribû.