Leşkerekî artêşa Tirkiyê li herêma Babê hat kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Babê yê Sûriyê yê di destê Tirkiyê de ye, baregeheke arteşa Tirkiyê hat topbarankirn û di encam de leşkerek hat kuştin û 4 jî birîndar bûn.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiye ragihand ku li bajarê Babê bi roketan êrîşe baregeheke artêşa wan hatiye kirin û di encamê de efserekî wan bi navê Muammer Yigit canê xwe ji dest daye û 4 leşker jî birîndar bûne.

Leşkerên birîndar bo Nexweşxaneya Dewletê ya Kîlîsê ya li Bakurê Kurdistanê hatine veguhestin û termê leşkerê canê xwe ji dest daye bo Saziya Bijîşkiya Dadî ya parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê hatiye şandin.