Zeynelabidîn Zinar biryar daye 178 pirtûkên Kurdî binivîse
Nivîskar Zeynelabidîn Zinar piştî zilm û zordariya ku lê hatiye kirin, biryar daye ku heta dawiya temenê xwe xizmeta zimanê Kurdî bike.
Hewlêr (K24) – Nivîskar Zeynelabidîn Zinar piştî zilm û zordariya ku lê hatiye kirin, biryar daye ku heta dawiya temenê xwe xizmeta zimanê Kurdî bike û 178 pirtûkan binivîse.
Zeynelabidîn Zinar li ser sedema vê biryara xwe ya nivîsandina 178 pirtûkan, ji K24ê re diyar kir: “Wextê cuntayê (darbeya leşkerî) 8 car ez hatim girtin. 178 roj îşkence li min kirin, daîm digotin 'Kurdî tune ye, kitêb tune ye, elfabe tune ye, hûn welatê me perçe dikin'. Min jî sond xwar û min soz da Xwedê, min got ez sax bifilitim, tenê ez ê xizmeta zimanê Kurdî bikim.”
Zinar heta niha 131 pirtûk nivîsandine û çap kirine, naverokên pirtûkên wî çendîn babetên cuda dihewînin.
Li ser vê mijarê Zinar diyar kir: “131 pirtûk bi nav û îmzeya min hatine weşandin. Piraniya wan klasîkên Kurmancî ne, min ji elfabeya Erebî wergerandiye elfabeya Latînî û folklor in, lêkolîn in, werger in, bi vî şiklî ez hîn jî berdewam dikim.”
Nivîsandina 178 pirtûk bûye armanca nivîskar Zeynelabidîn Zinar, îsal çendîn pirtûk li ber destê wî ne, ku dê piştî çend mehan çap bike.
Zinar eşkere dike: “Niha çend heb pirtûkên klasîk di destê min de hene, ez li ser wan dişixulim, lê heta ku dernekevin û çap nebin, ez behsa wan nakim. Ya didoyan, ez daîm digerim li Bakurê Kurdistanê, li Tirkiyê, carinan diçim Başûr, carekê çûme Rojhilat jî, wextê ez digerim, ez dipirsim zimanê yextiyarên me, kalên me, yên ku 'emrê wan 80 salî, 100 salî ku hebin ez diçim ji wan dipirsim, serpêhatiya wan dipirsim û dikim pirtûk.”
Yekane daxwaza nivîskar Zeynelabidîn Zinar ji dayîk û bavan ew e ku zarokên xwe hînî zimanê Kurdî bikin.