Li Diyarbekirê Hefteya Werzîşê ya Ewropayê dest pê kir
Diyarbekir (K24) – Li Diyarbekirê di çarçoveya Hefteya Werzîşê ya Ewropa de li ser Pira Deh Derî çalakşyek werzîşê hat li darxistin. Di Çemê Dîcle de Pêşbaziya Raftîngê hat li darxistin û werzîşkaran jî bi govendê pêşwazî li hefteya werzîşê kirin.
Di Çarçoveya Hefteya Werzîşê ya Ewropa de li Diyarbekirê ser Pira Deh Derî organîzasyonek hat li darxistin û bi rêrismekê pêşwazî li Hefteya Werzîşê Ya Ewropya hat kirin. Di rêrisma vekirinê dê Serşewirmenda Serokomarê Tirkiyeyê Gulşen Orhan, Parêzgarê Diyarbekir Munîr Karaloglû, Parlementera Ak Partî Ya Diyarbekir Oya Eronat beşdar bûn bal kêşandin ser giringiya werzîşê û amaje kirin ku divê xwezaya Diyarbekir a ji bo werzîşê guncav e baş were bikaranîn. Serşewirmenda Serokomar Gulşen Orhan anî zimên ku werzîş bo civakê gelek girîng e û divê di warê werzîşê de derfetên baş werin pêşkêşkirin.
Serşewirmenda Serokomarê Tirkiyeyê Gulşen Orhan ji K24ê re got: “Em dixwazin zarok werzîşê binasin, civakê binasin, xeber bidin û hev binasin. Bila çalakiyên werzîşê yên xwezayê yên cuda binasin. Bila werzîşê, muzîkê û çandê binasin û li hev bicivin.”
Di organizasyona Hefteya Werzîşê ya Ewropayê de ji bajarên wek Şirnex, Colemêrg û Wanê tîmên raftîngê bo pêşbaziyek teybet di çemê Dîcleyê de xwenîşandanek kirin. Di pêşbaziya raftîngê ya Çemê Dîcleyê de hem tîmên Jinan ên raftîngê û hem jî tîmên mêran ên raftîngê ketin nava rikeberiyê de. Di dema rikeberiyê de werzîşkar li gel tîmên xwe ji bin Pira Deh Derî derbas bûn û ev çalaki rastî eleqeyeke baş hat.
Werzîşkaran keyfxweşiya xwe bo beşdariya pêşbaziyê anîn zimên û amajekirin ku ew dixwazin navbera tîmên Diyarbekir û tîmên bajarên wan de hatin çûn zêdetir kirin da ku xwezaya hevdû bêhitr binasin.
Werzîşkar: “Em îro ji Bêşebapa Şirnexê hatin Diyarbekirê. Bin pire de me rafting kir. Me demek xweş derbas kir. Diyarbekirê mazuvaniyek baş li me kir.”
Werzîşkar: “Em ser navê Şirnexê hatin, hefteya werzîşê ya Ewropa ye. Li hemu bajaran tê pîrozkirin.”
Hefteya Werzîşê Ya Ewropayê ku 23yê Îlonê dest pê kir dê heta 30ê Îlonê bidome. Di dawiya Şahiya Hefteya Werzîşê Ya Ewropayê de tîmên raftîngê yên beşdar xelat wergirtin û werzîşkaran piştî rêrisma dayîna xelatan li ser Pira Deh Derî wêne kêşandin û bi cil û bergên xwe yên werzîşê govend girêdan.