Li Hewlêrê çend parzûngehên neyasayî hatin girtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li parêzgeha Hewlêrê di nav hefteyekê de, çar parzûngehên neyasayî yên petrolê hatin girtin ku bi dizî dixebitîn. Herwiha hate ragihandin ku bi hemahengiya ligel hêzên ewlehiyê, operasyoneke berfireh ji bo desteserkirina wan kesên ku bi şevan lastîk û zibil dişewitînin dest pê dike.

Piştî ku bi biryara Serokwezîr Mesrûr Barzanî di gulana 2024an de, biryara girtina hemû parzûngehên neyasayî hat dayîn, li seranserê Herêma Kurdistanê bi dehan parzûngehên neyasayî hatibûn girtin. Tevî vê yekê jî, hat tespîtkirin ku hinek ji wan hîn jî bi dizî kar dikin.

Rêveberê Jîngeha Hewlêrê Dilşad Hîranî ji Kurdistan24ê re ragihand: "Hemû parzûngehên neyasayî yên li Herêma Kurdistanê hatine girtin û destûra ti yek ji wan nîne ku ji nû ve dest bi kar bike. Lê belê, sê heta çar parzûngehan bi awayekî neyasayî û di dema şevê de bi dizî kar dikir. Xwediyên wan hatin desteserkirin û ew parzûngeh hatin girtin."

Hîranî tekez kir ku ew kesên parzûngehên neyasayî bi dizî xebitandine, dê rûbirûyî girantirîn cezayên yasayî bibin.

Rêveberê Jîngeha Hewlêrê herwiha aşkere kir, diyardeyeke din a metirsîdar li bajêr hatiye dîtin û got: "Gelek wêne û dîmen gihîştine destê me ku nîşan didin hinek kes bi şevan lastîkên otomobîlan û sergoyên zibil dişewitînin. Biryar hatiye dayîn ku bi hemahengiya ligel hêzên ewlehiyê operasyonek bo girtina wan kesan were destpêkirin û ew ê radestî dadgehê bên kirin."

Li gorî amarên Desteya Parastin û Çakkirina Jîngeha Herêma Kurdistanê, heta niha nêzîkî 160 parzûngehên neyasayî li herêmê hatine tomarkirin. Ji wan, 139 parzûngeh li Hewlêrê, 14 parzûngeh li Dihokê û 6 parzûngeh li Silêmaniyê hatine girtin.

Niha tenê sê parzûngeh bi awayekî qanûnî û fermî kar dikin, ew jî parzûngehên Kar, Lanaz û Qeywanê ne. Li gorî rênimaya hejmar 1 a sala 2020an a Wezareta Samanên Sirûştî, pêwîst e hemû parzûngeh merc û rênimayên jîngehî yên wezaretên pêwendîdar bi cih bînin.

Di çarçoveya "Projeya Ronakî" de, heta niha 3 hezar û 689 jeneratorên taxan hatine vemirandin. Bi vê gavê, rojane belavbûna 690 ton gaza karbon dîoksîtê (CO2) li jîngeha Herêma Kurdistanê hatiye kêmkirin.