Li Hewlêrê portreyên navdarên Kurd hatin pêşandan

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Hewlêrê pêşangeheke hunermendê şêwekar Kîvan Barzanî ya taybet bi kesayetiyên navdar ên Kurd hat vekirin.

Bi amadebûna Birîkarê Wezareta Rewşenbîrî û Lawan Dr. Salar Osman, duhî 5ê Cotmeha 2021ê pêşangeheke hunermendê şêwekar Kîvan Barzanî ya taybet bi kesayetiyên navdar ên Kurd li hola Mîdaya ya Hewlêrê hat vekirin.

Di pêşangehê de portreyên helbestvan, nivîskar û kesayetiyên Kurd ên navdar wek: Hejar Mukriyanî, Musa Anter, Ebdulkerîm Muderis, Cegerxwîn, Mesture Erdelanî, Feqiyê Teyran, Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî, Elî Herîrî, Ereb Şemo, Pîremêrd, Dildar, Mehewî, Hepsexanî Neqîb, Hecî Qadirê Koyî û çendîn kesayetiyên din ên navdar hatin pêşandan.

Portreya Dildar 
Portreya Pîremêrd
Portreya Mesture Erdelanî
Portreya Hecî Qadirê Koyî
Portreya Hepsexanî Neqîb
Portreya Zêwer
Dîmeneke pêşangehê