Partiya Sosyalîst namzedên xwe di berjewendiya PDKê de vekişandin
Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê ragihand; ji bo piştevaniya namzedên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li parêzgehên Hewlêr, Silêmanî, Duhok û Helebceyê hejmarek namzedên xwe vedikişîne.
Hewlêr (K24) – Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê ragihand; ji bo piştevaniya namzedên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li parêzgehên Hewlêr, Silêmanî, Duhok û Helebceyê hejmarek namzedên xwe vedikişîne.
Encûmena Serkirdetiya Partiya Sosyalîst Demokratîk a Kurdistanê bi daxuyaniyekê eşkere kir; demjimêr 11:00ê roja pêncşemê înê 8ê Cotmeha 2021ê ji bo piştevaniya namzedên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li parêzgehên Hewlêr, Silêmanî, Duhok û Helebceyê, li bajarê Hewlêrê civiya.
Hat diyarkirin ku di civînê de bi girîngî behsa hilbijartinên Parlamentoya Iraqê û pêgeha Kurdan li parlamentoya bê hat kirin û bal kişandine ser rola Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê ji bo serxistina kesên çalak û niştimanperwer bi awayekî ku bikarin parêzvaniya pêgeha Herêma Kurdistanê û berevaniya daxwazên xelkê Kurdistanê bikin.
Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku di vê çarçoveyê de Encûmena Serkirdetiyê biryra daye ji bo berjewendiya niştimanî û yekxistina hewl û dengan di hejmarek bazneyên her sê parêzgehên Silêmanî, Hewlêr, Duhok û bazneyên Şarezûr û Helebceyê, piştevaniya namzedên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bikin.
Hat eşkerekirin ku ji bo vê mebestê li bazneyên 2, 3, 4 ên parêzgeha Hewlêrê, li bazneyên 1, 2, 4, 5 ên parêzgeha Silêmaniyê, li bazneyên 1, 2, 3 ên parêzgeha Duhokê piştevaniya namzedên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bikin.
Herwiha li bazneya 3 ya Silêmaniyê û bazneya 1 a Hewlêrê û temamê parêzgeha Kerkûk û Xaneqîn û Mûsilê ji bo serkeftina namzedên xwe yên Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê bixebitin.
Encûmena Serkirdetiya Partiya Sosyalîst herwiha diyar kir ku ew hêvî dikin hilbijartineke pak û serkeftî birêve biçe û welatiyên Kurdistanê bi giştî û heval û alîgirên Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê bi germ û gurî beşdarî dengdanê bibin.