Dr. Saman Berzincî: Canjidestana bi Koronayê zêde bûye

Wezîrê Tendirustiyê daxwaz ji mamosteyan û karmendên ku di cihên girtî de kar dikin kir, xwe vaksîn bikin.

Wezîrê Tendirustiyê y Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî
Wezîrê Tendirustiyê y Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî

Navenda Nûçeyan (K24) – Komîta Rûbirûbûna Koronayê ya Herêma Kurdistanê îro dicive û tê çaverêkirin rêkarên nû derbike.

Wezîrê Tendirustiyê y Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî ji K24ê re ragihand, li Herêma Kurdistanê canjidestana bi Koronayê bi rêjeya ji sedî 19 zêde bûye.

Wezîrê Tendirustiyê diyar kir, ji ber vê yekê, vaksîn ji bo mamosteyan û karmendên ku di cihên girtî de kar dikin, bûye bi neçarî. Herwiha red kir jî deriyên dibistanan werin girtin.

Destnîşan kir, di werzê Payîzê de serma zêde dibe, divê welatî xwe biparêzin û testa Koronayê bikin, ji ber ku nîşaneyên her du nexweşiyan ji hev nêzîk in, ji bo ku nebin sedema belavbûna vîrûsê.

Wezîrê Tendirustiyê careke din daxwaz ji mamosteyan û karmendên ku di cihên girtî de kar dikin kir, vaksînê werbigirin. Herwiha daxwaz ji kesên di ser 18 saliyê re jî kir, ew jî xwe vaksîn bikin.

Fly Erbil Advertisment