Bertek û girîngiya Pêşangeha Jûra Bîrê hatin nirxandin

Diyarbekir (K24) – Pêşangeha Jûra Bîrê ku hefteyekê berê li Diyarbekirê vebûbû, bi serdana bi hezaran welatiyan û bi bertek û nerazîbûnên ku tên nîşandan di rojeva Tirkiyeyê û Bakûrê Kurdistanê de ye. Li gel ku bertek û hin caran jî nerazîbûnên ku tên nîşandan; rojane ji 5 hezarî zêdetiran zêdetir welatî serdana pêşangehê bi berdewam dikin. Hunermendê pêşangehê şêwekarê navdar Ahmet Guneştekîn û Mazûvanê pêşangehê Serokê Jûra Pişesazî û Bazirganiya Diyarbekirê Mehmet Kaya, hem bertekên li dijî pêşangehê nirxandin, hem jî bersiva pirsên çapameniyê dan.

Pêşangeha ‘Jûra Bîrê’ ya Şêwekarê Kurd Ahmet Guneştekîn ku li Diyarbekirê raxistiye, her roj bi şêweyeke cuda di rojeva Tirkiyeyê û bakûrê Kurdistan de cih digire. Bi taybet Wezîrê navxweyî yê Tirkiyeyê Suleyman Soylû û hin siyasetmedarên ji derdora Ak-Partiyê û hin aliyên Kurdan, hem vekirina pêşangehê, hem jî naveroka wê rexne kiribûn. Li ser vê yekê jî di civîneke çapameniyê de, ew bertek û girîngiya pêşangehê hat bersivandin.

Serokê Jûra Pişesazî û Bazirganiya Diyarbekirê Mehmet Kaya, anî ziman ku ew bi van çalakiyên hunerî û çandî hewl didin da ku bajêrê Diyarbekirê astên xwe ber bi Pêşketinan ve veguhêze. Kaya da zanîn ku hemû partiyên siyasî ji bo pêşangehê hatine vexwendin, lê hin ji wan beşda bûne, hin ji wan jî bertek nîşan dabin jî, qesta wan ji van hewldanan ew e ku civak bi raborya xwe re rûqal bibe da ku kêşeyên xwe jî bikare çareser bike.

Serokê Jûra Pişesazî û Bazirganiya Diyarbekirê Mehmet Kaya ji K24ê re got: “Sal û nîvek e em amadekariya vekirina Birca Keçê dikin û me biryar da ku bi pêşangeha Ahmet Guneştekînê navdar, vê birca dîrokî ve bikin. Em wek jûr a bazirganiya Dyarbekirê, grîngiyê didin çalakiyên hunerî û divê wisa be jî. Loma jî me pêşengî kir ku pêşangeha Ahmet Guneştekîn ya Jûra Bîrê yekem car li Diyarbekirê bê vekirin. Pêşangehên wiha hem bajarê me dike navendeke serdanan, hem jî bi naveroka xwe ya watedar, dikare xizmeta aştiya cvakî bike. Di naveroka pêşangehê de, êşên ku sed sal e hatin jiyandin hene ku wek jûra bîrê tê binav kirin. Civak jî piştî ku bi rastiyan re rûqal bibin diikarin pirsgirêkên xwe çareser bikin û aştiya xwe sazûman bikin. Loma jî ev pêşangeh girîng e, welatî jî serdanên xwe didomînin û em dubare vedixwînin ku werin û hem pêşangehê, hem jî Diyarbekirê bibînin.”

Ahmet Guneştekîn jî, anî ziman ku ew wek hunermendekî, xwe bi tu aliyekî siyasî ve nagire û hemû helwestên xwe bi hunera xwe radigihîne. Guneştekîn da zanînn ku rexneyên ku bi zanina hunerê bên kirin jî wî kêfxweş dikin. Lê gelek rexne û êrişên ku ji zanina hunerê dûrin û di derheqê huner û kesayetiya wî de tên kirin jî, di cîh de nabîne. Guneştkîn bersiva Wezîrê navxweyî Suleyman Soylû jî da û ragihand ku êşa ew navên ku dibêje jî di naveroka pêşangehê de heye.

Hunermend û Nivîskarê Kurd Şener Ozmen jî da zanîn ku pêşangehên wiha normale ku hin kesan û aliyan nerihet bike, lê jixwe hunera hunermendên serbixwe li gel ku rastiyên civakê vedide, pêk ve jî normal e ku nerihetiyan jî peyda bike. Ozmen ragihand ku li Diyarbekirê ev pêşangeh bi her berhemekî xwe, rastiyên vê erdnîgariyê, bi pêkhateyên wê re berhev tîne û beşên civakê ku vê rastiyê neditibin pê dihesîne. Ozmen balê dikşîne ku bi vê pêşangehê hin kêşeyên gel û civaka Kurd jî careke din bi zelalî şênber bûne.

Şener Ozmen got: “Hunera Hevçerx jixwe mijuya wê ne gelek kevn e. Yanî di salên 1995 û di destpêka salên 2000’an de, li Diyarbekirê ku xaseten ji Diyarbekir, bi peşangiya çend hunermendên Kurd dest pê kir û li Cîhanê jî belav bû. Wê demê deshilatdariya şaredariyan di destên Kurdan de bû. Bi salan şaredariyan hunermendên xwe yên ku li Cîhanê deng vedidan nas nekir û ji nedîtî ve hatin. Hinek pêşangeh dibin sedema hinek tiştan jî. Dibin sedema hinek pirsan ku hem em jixwe bikin, hem jî ji siyaseta xwe bikin. Gelo di çi halî de ne? Bi raya min ev pêşangeh bû delilveyek ku em hem li ser pirsgirêkên xwe yên çandî û hunerî, hem jî li ser pirsgirêkên xwe yên ku nehatine çareser kirin yên wek bê dewletî niqaşan bikin.”

Dayîkên Aştiyê jî serdana pêşangehê kirin û bi hunermend Ahmet Guneştekîn re, li pêşangehê geriyan. Dayîk bi bi çîrokên her beşeke pêşangehê re hêstewariyên xwe dan der. Pêşangeha Jûra Bîrê  dê heta 31’ê Berfembarê li Diyarbekirê vekirî bimîne.

Fly Erbil Advertisment