Hendirên Xoşnaw xelatekî navdewletî li festîvala karîkatêrî ya Çînê wergirt
Navenda Nûçeyan (K24) – Hunermendê karîkatêrîst ê Kurd Hendirên Xoşnaw yek ji 30 hunermendên xwedan berhemên hilbijartî bû ku di Gera Sêyê ya Festîvala Navdewletî ya Karîkatêrî ya Şîngjoyê ya Çînê ya sala 2026ê de xelata bilind a hejîtiyê pêşkêşî wî hat kirin.
Hunermendê karîkatêrîst ê Kurd Hendirên Xoşnaw îro Sêşem, 20ê Cotmeha 2026ê, ji Kurdistan24ê re ragihand ku Gera Sêyê ya Festîvala Navdewletî ya Karîkatêrî ya Şîngjoyê li sala 2026ê bi tevlîbûneka berçav a navdewletî hat kirin, di çarçoveya vê çalakiyê de 2 hezar û 500 berhemên hunerî ji aliyê karîkatêrîstên 39 welat û deverên cîhanê ve hatibûn pêşkêşkirin.
Hendirên Xoşnaw di derheqa tevlîbûna hunermendên cîhanê di wê festîvalê de got ku piştî proseyeke tund a hilbijartin û nirxandina berhemên hunerî, lîjneya dadweriyê û nirxandinê, ku ji 14 hunermendên navdewletî pêk hatibû, 165 berhemên hunerî ji 24 welat û deverên cîhanê hilbijartin bo tevlîbûna di wê pêşangehê de.
Wî hunermendî behsa wê yekê jî kir ku di nav wan 165 berhemên hilbijartî de, tenê 30 hunermendan xelata bilind a hejîtiyê wergirt û wî jî wekî hunermendekî Kurd karî wê xelatê bi dest bixe.
Di derheqa girîngiya tevlîbûna xwe di wê festîvalê de jî, Hendirên Xoşnaw diyar kir ku tevlîbûna wî di wê çalakiya navdewletî de û wergirtina wê xelatê derfetek e bo nasandina hunerê karîkatêrî yê Kurdî di astê cîhanî de.
Hendirên Xoşnaw hunermendekî karîkatêrîst ê Kurd e û xelkê bajêrê Hewlêrê ye. Ji zaroktiya xwe ve tevlî pêşangehên rêveberiya çalakiyên dibistanan bûye û li sala 1986ê pêşangeha xwe ya taybet a yekê li Hewlêrê vekiriye. Ji sala 2000ê ve tevlî zêdetirî 220 çalakiyên navdewletî di warê şêwekariyê û karîkatêriyê de li gelek welatên cîhanê bûye û gelek xelat û bawername wergirtine.
Tevlîbûn û serkeftina hunermendên Kurd di festîval û çalakiyên navdewletî de rola çanda Kurdî xurt dike û dibe sedema nasandina hunera navxweyî di qada navneteweyî de.
Gera Sêyê ya Festîvala Navdewletî ya Karîkatêrî ya Şîngjoyê ya Çînê bi tevlîbûna hunermendan ji bi dehan welat û deveran û hilbijartina berhemên hunerî ji aliyê lîjneyeke navdewletî ve biyavek bo nîşandana berhemên karîkatêrî û tevlîbûna hunermendan di çalakiyên hunerî de di astê navdemletî de peyda kiriye.