Sibe Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan li Hewlêrê tê vekirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Sibe Gera 18ê ya Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan li Hewlêrê bi dirûşma "Ez Kurdistanî me" û li bin çavdêriya Serok Barzanî bi tevlîbûna zêdetirî 400 dezgehên çap û belavkirinê ji 18 welatên cuda cuda tê vekirin û çalakiyên wê heta dawiya vê mehê berdewam dibin.

Rêveberê Pêşangeha Navdewletî ya Hewlêrê ya Pirtûkan Îhab Qeysî di daxuyaniyekê de bo malpera Kurdistan24ê amaje bi wê yekê da ku sibe Çarşem, 21ê Cotmeha 2026ê, li bin çavdêriya Serok Mesûd Barzanî û bi amadebûneka berfireh a nivîskar, rewşenbîr û dîplomatan li Parka Şehîd Samî Ebdulrehman perde li ser çalakiyên Gera 18ê ya Pêşangeha Navdewletî ya Hewlêrê ya Pirtûkan tê rakirin û çalakiyên wê dê heta 31ê vê mehê berdewam bin.

Îhab Qeysî ron jî kir ku zêdetirî 400 dezgehên çap û belavkirinê ji 18 welatên Erebî û biyanî tevlî vê gerê bûne, ku zêdetirî yek milyon navnîşanên dewlemend di warên cuda cuda yên edebiyat, fikir, dîrok, zanist û felsefeyê de bi zimanên cuda cuda dixe ber çavên xwîneran. Herweha 90 çalakiyên çandî û hunerî jî di çarçoveya vê pêşangehê de têne kirin û daketina bihayan heta %50 dibe.

Wekîlê Wezareta Rewşenbîrî û Lawan a Herêma Kurdistanê Aryan Selahedîn jî ji aliyê xwe ve di daxuyaniyekê de bo Kurdistan24ê ragihand ku daketina bihayê pirtûkan wekî şert li ser dezgehan hatiye sepandin, daku xwîner bi hêsanî feydeyî jê werbigirin. Wî tekez kir ku amanca wan a stratejîk ew e ku xwendin di nav civakê de bibe edet û çandeka rojane.

Rêkxistina vê gerê ji aliyê Dezgeha Medayê ya Ragihandin, Rewşenbîrî û Hunerê ve tê kirin, bi hevkariya Wezareta Rewşenbîrî û Lawan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Yekîtiya Giştî ya Edîb û Nivîskarên Îraqê û bi hevahengiya Komeleya Belavkerên Îraqê. Pêşangeh dê rojane ji seet 10:00 ê sibehê heta seet 08:00 ê şevê vekirî be.