Eşîra Jîrkî ji bo dawetan biryarên nû dan
Navenda Nûçeyan (K24) – Nûnerên eşîra Jîrkî ya li Colemêrgê li ser daxwaza ciwanan, biryarên nû di derbarê dawetan de dan, da ku barê zavayan sivik bikin.
Yek ji eşîrên mezin ên Colemêrga Bakurê Kurdistanê biryarên nû derbarê dawatan de derixstine, da ku barê zavayan sivik bikin. Nûnerên eşîra Jîrkî li Colemêrgê civînek lidar xistin. Nûnerê Eşîra Jirkî yê Colemêrgê Necman Adiyaman diyar kir ku wan li ser daxwaza ciwanan hin biryarên nû girtine.
Nûnerê Eşîra Jîrkî li Colemêrgê Necman Adiyaman got: “Me li ser daxwazên ciwan hin biryarên nû dan. Ji îro û pê de nabe pereyê zêr û ristikên ji bo bûkê tê kirîn, 5 hezar dolar derbas bike. Me li ser gazindên ciwanan ligel nûnerên eşîrê civînek lidarxist. Hêvîdar im ev biryar ji bo ciwanên me bi xêr be. Yên rewşa wan xirab in, nedikarîn vî barî rakin. Yanî nêzî 80 ji sedî ji ciwanan gazind dikirin.
Adiyaman diyar kir, di merasîm û dawetên ji niha û pê ve bên kirin de, nabe pereyê zêr û ristikên tê kirîn 50 hezar lîreyê Tirkiyê (5 hezar dolar) derbas bike, herwiha dê cilûbergên bûkîniyê, salona ciwankariyê û xelatên ji xizmên zava re tên dayîn, nebe.
Necman Adiyaman got jî: “Hêvîdar im eşîrên din ên navçeyê jî çav li me bikin. Her kes vê biryarê cîbicî neke, bi ti awayî ti kes ji eşîra me tevlî daweta wan nabe.”
Eşîra Jîrkî beşek ji eşîra Etrûşiyan e, hejmara endamên wan di navbera 40 heta 45 hezaran de ye. Li Wan, Colemêrg û Şirnexê belav dibin. Tê gotin jî ji ber zîrektiya peyayên wan, navê Jîrkî li wan hatiye kirin.