Macron: Em bi parastina asayîşa Herêma Kurdistanê û rêgirtina li berfirehbûna şer pabend in
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Fransayê Emmanuel Macron piştî peywendiya xwe ya telefonî bi Serokê Herêma Kurdistanê re, tekezî li ser piştgiriya welatê xwe ya ji bo asayîşa Herêmê kir û ragihand, ew ê ji bo rêgirtina li berfirehbûna şer, hewildanên xwe bidomînin.
Serokê Fransayê Emmanuel Macron îro 7ê Adarê li ser hesabê xwe yê tora civakî "X" peyamek belav kir. Macron di peyama xwe de destnîşan kir ku Fransa ji bo aramî û asayîşa Iraqê û di çarçoveya wî welatî de ji bo Herêma Kurdistanê pabend e.
Serokê Fransayê aşkere kir, wî bi Serokê Herêma Kurdistanê Neçîrvan Barzanî re peywendiyeke telefonî pêk aniye û diyar kir ku ev peywendî ji bo nîşandana hevsoziya Fransayê ya li hemberî wan êrîşan bûye ku di rojên borî de li Herêmê pêk hatine.
Di beşeke din a peyama xwe de, Macron got: "Em li ser berdewamiya hewildanên xwe yên ji bo rêgirtina li belavbûna pevçûnan li seranserê navçeyê li hev civiyan." Macron her wiha spasiya Serokê Herêma Kurdistanê kir, ji bo rola wî ya girîng û pabendbûna wî ya di vê mijarê de.
Emmanuel Macron di dawiya peyama xwe de tekez kir, Fransa dê piştgiriya xwe ya ji bo rêzgirtina temam li serwerî, asayîş û yekparçeyiya xaka Iraqê bidomîne, ku Herêma Kurdistanê jî beşek ji vê yekê ye.