Sûdanî: Armancgirtina Balyozxaneya Amerîkayê zirarê digihîne ewlehî û aramiya welat

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ferman da hêzên ewlehiyê ku ew kesên mûşek avêtine derdora Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê werin girtin û radestî dadweriyê werin kirin.

Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Iraqê Sebah Nuiman îro 7ê Adarê ragihand, Serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî rênimayên nû dane serkirdeyên leşkerî û ewlehiyê. Sûdanî tekez kiriye ku êrîşên bi vî rengî ziyanê digihînin asayîşa neteweyî û aramiya welat.

Sudanî diyar kiriye ku ew kesên van êrîşan dikin, serwerî û asayîşa Iraqê binpê dikin. Di daxuyaniya Berdevkê Fermandariyê de hat gotin: "Ew komên li derveyî qanûnê ku pabendî yasayan nabin, nûnertiya vîna gelê Iraqê nakin. Biryara şer û çalakiyên serbazî tenê û tenê di desthilata dewletê de ye."

Ev helwesta Sûdanî çend saet piştî êrîşeke mûşekî ya li ser derdora Balyozxaneya Amerîkayê ya li "Navçeya Kesk" hat. Li gorî agahiyên çavkaniyên ewlehiyê, mûşek ji herêma "Qenat" a li rojhilatê Bexdayê hatine avêtin.

Ev êrîş di demekê de pêk tên ku aloziyên li herêmê di navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê de gihîştine lûtkeyê. Ji ber metirsiya êrîşên komên çekdar ên nêzî Îranê, Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê hişyariya ewlehiyê nû kir û ji welatiyên xwe xwast ku ji ber metirsiyan Iraqê bicih bihêlin.