Netanyahu: Em ê rûyê Rojhilata Navîn biguherînin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ragihand, asmanê Îranê bi temamî di bin kontrola wan de ye. Herwiha dibêje: "Em ê di şerê xwe de berdewam bin, heta ku em serkeftinê bidest dixînin."
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu îro 7ê Adarê di daxuyaniyekê de hûrgiliyên operasyonên li dijî Îranê û armancên xwe yên paşerojê aşkere kirin. Netanyahu di peyama xwe de bang li endamên Supaya Pasdaran kir û got: "Her endamê Pasdaran ku çekê xwe deyne, dê parastî be û ti ziyanek nagihîje wî; lê yê ku xwe radest neke, berpirsê xwîna xwe ye."
Netanyahu tekez kir, ew endamên Supaya Pasdaran ên ku di tepeserkirina xwepêşanderên Îranî de beşdar bûne û "destên wan bi xwîn e", di serê lîsteya armancên Îsraîlê de ne.
Serokwezîrê Îsraîlê peyamek arasteyî gelê Îranê jî kir û got: "Dema rastiyê nêzîk bûye. Rizgarbûna ji bin destê zilmê bi îradeya we ve girêdayî ye. Heke hûn raperînê bikin, ew roj ne dûr e ku Îsraîl û Îran vegerin ser dema dostaniya xwe ya wêrek."
Benjamin Netanyahu amaje bi wê jî kir, wan "kontrola temamî ya asmanê Îranê" bidest xistiye û wiha axivî: "Me Elî Xameneyî û bi dehan fermandeyên payebilind ên Îranê jinav birin. Herwiha sekoyên mûşek û dronên wan hatine rûxandin."
Hişyariya 'karesatê' ji bo Libnanê
Di beşeke din a daxuyaniyê de, Netanyahu gef li hikûmeta Libnanê xwar û got, heke hikûmeta Libnanê berpirsiyariya xwe pêk neyne û Hizbullahê bêçek neke, dê encamên "karesatbar û pir giran" ji bo Libnanê derkevin holê.
Netanyahu di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir, operasyonên wan ji bo "guhertina rûyê Rojhilata Navîn" berdewam in û heta gihîştina serkeftina tam, ew ê bi hemû hêza xwe şer bidomînin.