“Pirsgirêkên zimanê Kurdî tenê bi fêrgehan nayên çareserkirin”
Wezareta Perwerdehiyê ya Tirkiyeyê biryar da, li Rêveberiyên Perwerdeyê yên Gel perwerdehiya kurmancî û zazakî bên dayîn.
Diyarbekir (K24) – Wezareta Perwerdehiyê ya Tirkiyeyê biryar da, li Rêveberiyên Perwerdeyê yên Gel perwerdehiya kurmancî û zazakî bên dayîn. Li gorî biryara nû, zarokên 10 salî û jortir dikarin serlêdanê bikin. Derçûyiyên beşên Wêje û Zimanê Kurdî jî dikarin wekî mamoste serlêdanên xwe bikin. Rêveberên sazî û rêxistinên çand û zimanê kurdî dibêjin; bi vê gavê pirsgirêkên perwerdehiya zimanê kurdî çareser nabe, lê divê dîsa jî kurd eleqeyê bidin van fêrgehan.
Wezareta Perwerdehiyê ya Tirkiyeyê ji bo Rêveberiyên Perwerdehiyê yên Gel yên bajaran bernameyeke nû rêkir. Di çarçoveya bernameyê de dê fêrgehên kurmancî û zazakî werin vekirin. Zarokên temen 10 salî û jortir dikarin serî li fêrgehan bidin. Berdevkê Platforma Zimanî Kurdî Şerefxan Cizîrî got; ew ne li dijî vê gavê ne lê divê bê zanîn ku tenê bi gavên bi vî rengî jî pirsgirêka zimanê kurdî çareser nabe.
Berdevkê Platforma Zimanî Kurdî Şerefxan Cizîrî ji K24ê re got: “Ev gavên wisa kozmetîk in. Heger li ser çareserkirina pirsa zimanê kurdî jidil bin û Wezareta Perwerdehiyê bixwaze perwerdehiya zimanê kurdî divê zimanê kurdî wekî zimanê perwerdehiyê qebûl bikin. Em dibêjin; bila zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê. Ev gavên din jî ser çavan, baş in. Dibe ku bi vê gavê dilê hin kesan bê xweşkirin lê ev pirsa zimanê kurdî çareser nake.”
Li gorî bernameyê, ji bo ku pol bê vekirin û perwerdehî bê dayîn divê herî kêm 12 xwendekar serî li fêrgehan bidin. Her dîsa derçûyîyên beşên Wêje û Zimanê Kurdî jî dikarin ji bo ku bibin mamoste serî li Rêvberiyên Perwerdehiyê ya Gel bidin. Berdevkê Hereketa Zimanê Kurdî HEZ-KURDê Barij Celalî got; pirsgirêkên zimanê kurdî bi yasayê neyê çareserkirin bi perwerdehiya demkî ya li fêrgehan nayê çareserkirin.
Berdevkê Hereketa Zimanê Kurdî HEZ-KURDê Barij Celalî dibêje: “Çareserî ev e yek; divê li Tirkiyeyê zimanê kurdî bibe zimanê fermî. Dudu; divê ev di makezagona Tirkiyeyê de jî cih bigre. Ev du mercên sereke ne. Ji bilî vê yekê meseleya zimanê kurdî çareser nabe. Wek Hereketa Zimanê Kurdî jixwe xebat û armanca me li ser vî esasî ye. Heger mijara zimanê kurdî bi yasayan çareser nebe bi gavên paşdeavêtina vê meseleye çareser nabe.”
Dê du astên fêrgehê hebin; dê yek 120 demjimêr ya din jî dê 150 demjimêr be. Piştî ku beşdaran fêrgeh temakirin dê şehadetnameyê werbigirin. Plana fêrgehên zimanê kurdî ji sala 2014an ve heye lê ji ber aloziyan detpênekiribû. Rêveberên sazî û rêxistinên zimanê kurdî dibêjin; Ji bo ku 25-30 milyon kurd fêrî zimanê xwe bibin divê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê.