WHO: Dibe ku li Ewropayê nîv milyon kesên din bi Covid-19ê bimirin

Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanî (WHO) li ser mirina nîv milyon kesan li parzemîna Ewropayê hişyarî da.

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanî (WHO) li ser mirina nîv milyon kesan li parzemîna Ewropayê hişyarî da.

WHO ragihand; ji ber belavbûna vîrusa Koronayê di demsala zivistanê de, dibe ku zêdetirî 500 hezar kes li parzemîna Ewropayê jiyana xwe ji dest bidin.

Herwiha destnîşan kir ku ji ber sistbûna proseya vaksînê li Ewropayê, Korona zêdetir belav dibe û pê re gelek kesan canê xwe ji dest didin.

Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanî (WHO) eşkere kiriye ku karesateke mezin li benda Ewropayê û ev parzemîn dê careke din bibe pêgeha belavbûna Koronayê.

Rêveberê Herêmî yê ser bi Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanî (WHO) Hans Kluge ragihand; eger Ewropa bi vê şêweyê bimîne û bi sistî vaksînê werbigrin, dibe ku zêdetirî 500 hezar kesan ji ber bandora Covid-19ê canê xwe ji dest bidin.

Hans Kluge diyar kir ku divê di dema cejna sersalê de li Ewropayê rêgirî li civîn û pîrozbahiyan were kirin ji bo xweparastina vê vîrusa xeternak.

Kluge got: “Li piraniya welatên Ewropayê, Korona ji qonaxa îstiqrarê derketiye, gelek kes car din pê dikevin û canê xwe ji dest didin, ji bilî wê, nexweşiya demsalî bi awayekî berfireh belav bûye, ev jî bandorê li ser belavbûna Koronayê dike.

Herwiha tekez dike ku Ewropa ketiye rewşa metirsiyê, loma Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanî (WHO) daxwaz dike ku vaksînê werbigrin.