Li Meletî ji ber hilweşîna avahiyekê 13 kes birîndar bûn
Navenda Nûçeyan (K24) – Li navenda bajarê Meletî avahiyeke du qatan herifî. Li gor agahiyan 13 kes bi birîndarî hatine derxistin, 10 kesên din jî di bin avahiyê de mane.
Li navenda bajarê Meletî yê Bakurê Kurdistanê, avahiyeke du qatî ruxiya. Parêzgarê Meletî da xuyakirin, ji avahiya heta niha 13 birîndar hatine derxistin û 10 kes di bin avahiyê de mane.
Tendirustiya Meletî jî da zanîn, rewşa birîndarekî giran e, ya 12 birîndaran cîgir e.
Li gor agahiyan, qata jêr ya avahiyê wek çayxane hatiye bikaranîn û bo firehkirinê, destkarî li dîwar û stûnên avahiya hatiye kirin.