Li Herêma Kurdistanê îsal 530 kesan di bûyerên trafîkê de canê xwe ji dest dane

Berdevkê Rêveberiya Çûnûhatinê ya Hewlêrê diyar kir, sedema sereke ya bûyerên trafîkê ew e, ajokar pabendî yasa û rênimayên çûnûhatinê nabin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji destpêka îsal ve, 3509 bûyerên trafîkê li Herêma Kurdistanê hatine tomarkirin û 530 kesan jî di wan bûyeran de canê xwe ji dest dane.

Li gor amarên ber destê K24ê, ji destpêka salê û heta roja 1ê Mijdarê, 3509 bûyerên trafîkê li Herêma Kurdistanê hatine tomarkirin û 530 kesan canê xwe ji dest dane û 6026 kes jî birîndar bûn.

Berdevkê Rêveberiya Çûnûhatinê ya Hewlêrê Fazil Hacî ji K24ê re got: “Gelek bûyerên trafîkê yên tenê ziyanên madî jê derdikevin, nayin tomarkirin, ji ber ku ajoker di cih de li hevdu dikin.”

Li gor amarên di destê K24ê de, rêjeya bûyerên trafîkê li Herêma Kurdistanê di rojekê de 11.6 û rêjeya mirina di wan bûyeran de 1.7 e.

Li gor zanyariyan, zêdetir ji 2 milyon otomobîl li Herêma Kurdistanê hene. Fazil Hacî jî dibêje: Gelek welat hene bi berawirdkirina rêjeya rûniştvanan, rêjeya otomobîlan ji Herêma Kurdistanê zêdetir e, lê rêjeya bûyeran gelekî kêmtir e.

Berdevkê Rêveberiya Çûnûhatinê ya Hewlêrê diyar kir, sedema sereke ya bûyerên trafîkê ew e, ajokar pabendî yasa û rênimayên çûnûhatinê nabin.