Dr. Saman Berzincî: Ti haleteke “Omicron” li Herêma Kurdistanê nehatiye tomarkirin

Wezîrê Tendirustiyê: Tenê bi vaksînkirinê dikarin bandora vîrûsê kêm bikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê radigihîne, ti haleteke pêketina bi vîrûsa “Omicron” li Herêma Kurdistanê nehatiye tomarkirin.

Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî di çarçoveya beşdariya di bernameya “Pêngava Nehem” a K24ê de û got, heta niha ti haleteke “Omicron” li Herêma Kurdistanê nehatiye tomarkirin.

Dr. Saman Berzincî derbarê rêkarên xweparastin de ragihand, niha cîhanê xweguncandina bi rewşê re û wergirtina vaksînê xistiye şûna girtin û daxistinê, ji ber wê divê her kese xwe vaksîn bike.

Diyar kir jî, li gor biryarên Komîta Bilind a Rûbirûbûna Koronayê, pêwîst e ji 1ê Berçile ve, hemû mamoste pabend bin bi mercên derbasbûna nav holên xwendinê.

Wezîrê Tendirustiyê amaje bi wê da, bijardeya girtina dibistanan û holên xwendinê li Herêma Kurdistanê nîne.

Dr. Saman Berzincî destnîşan kir, heta niha 3 pêlên Koronayê bi ser Herêma Kurdistanê de hatin, tê pêşbînîkirin di 4 – 5 hefteyên bê de pêla çarem jî bê, tenê bi vaksînkirinê dikarin bandora wê kêm bikin.

Da zanîn jî, niha li Herêma Kurdistanê 180 navendên vaksînkirinê û 45 tîmên gerok hene. Heta niha bi rêjeya %29 welatiyan daneya yekem a vaksînê û %22 daneyên duyem wergirtin.

Fly Erbil Advertisment