HSD: Di topbarana Tirkiyê de 3 sivîl li bakurê Hesekê hatin kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand, di encama topbarana Tirkiyê de, 3 welatî li bajarokê Zirganê yê Rojavayê Kurdistanê hatin kuştin.
Malpera HSDê ragihand, Artêşa Tirkiyê û çekdarên ser bi wê ve, duhî êvarê gundên ‶Um Al-Kêf, Al-Rebîat, Al-Esediye, herêma Zergan a bakurê Til Temrê û gundên Til Krabît û Til Cuma yên gundewarên rojavayê Til Temrê bi tang û topavêjan topbaran kirin.
Diyar kir jî, di encama wê topbaranê de 3 sivîl hatin kuştin û 4 kes jî birîndar bûne.
Li gor daxuyaniya HSDê, di dema topbaranê de firokeyên çavdêriyê yên Tirkiyê di ser herêmê re digeriyan.