Zêringerekî Diyarbekir balê dikIşîne ser bihabûna rûn

Diyarbekir (K24) – Li Bakurê Kurdistanê û tevhiya Tirkiyeyê rewşa aboriyê her ku diçe xiraptir dibe û desthilat her çiqas projeyên nu yên çareseriyê aşkere bike jî welatî dibêjin aşkerekirina projeyên çareseriyê guherînê naxe jiyana wan de.

Li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê qeyrana aboriyê bandora xwe li jiyana rojane dike û welatî û esnaf ji vê yekê bi gilî ne. Bi teybetî jî bi bilindbuna nirxê dolar kelûpelên jiyana rojane biha dibin lê dema nirxê dolar dakeve kelûpel li gel dolar nakevin. Wek mînak 5 lître rûn niha 185 lîre ye û her ku diçe bihatir dibe. Zêringerê bi navê Murat Şenyîgît jî ji bo balê bikêşe ser bihabuna rûn, di dikana xwe rûn daniye ber zêran. Zêringer Murat Şenyîgîtê ku ji sala 1989an ve zêringeriyê dike dibêje wî qet rewşeke wiha nedîtibû.

Zêringer Murat Şenyîgît got: “Di demên dawî de di bihayê rûn de bihaûnek derasayî çêbû. Rûn bi zêr re ketiye pêşbaziyê. Gelek rûnfiroş ji bazarê rûn distînin û di deste xwe de dihêlin û nafiroşin û ji ber vê yekê jî rûn her ku diça biha dibe. Ji bo ku balê bikêşim ser vê yekê min jî rûn daniye cem zêran û bi vî awayî ez vê rewşê şermezar dikim.”

Welatiyên Bakurê Kurdistanê ji rewşê bi gilî ne û dixwazin çareseriyek bo rewş aboriyê were dîtin. Welatî dibêjin ji ber bihabûnê ew hatine wê astê ku nikarin pêdiviyên jiyana rojane bistînin û gavên bo çareseriyê tên avêtin jî wek gavên têr nayên dîtin.

Her çiqas ragihandina projeyek nû ya ji aliyê Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ve karîbe nirxê dolar ji 18 lîreyê tirkî daxîne 11 lîre jî welatî dibêjin ya girîng ew e ku ev yek di bazarê de di bihayê kelûpelan de xwe nîşan bide.