DEM Partî: Ji bo qonaxa duyemîn a aştiyê divê gavên hiqûqî û siyasî bên avêtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Meclisa Partiyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), encamnameya civîna xwe ya duyemîn a piştî kongreyê bi daxuyaniyeke berfireh ji raya giştî re parve kir. DEM Partiyê bal kişand ser geşedanên li Tirkiye, Kurdistan û Rojhilata Navîn û destnîşan kir ku divê ji bo pêvajoya aştî û civaka demokratîk gavên lezgîn ên hiqûqî û siyasî bên avêtin.

Meclisa Partiyê ya DEM Partiyê civîna xwe ya 7-8ê Mijdarê pêk anî. Di encamnameya civînê de ku îro 12ê Mijdarê hat belav kirin, nexşerêya têkoşînê ya serdema pêş di çar xalên sereke de hat diyarkirin.

 "Ji bo qonaxa duyemîn divê pêngavên hiqûqî bên avêtin"
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku "Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk" ji bo siberoja Tirkiyeyê firsendeke dîrokî ye û veguherîna vê pêvajoyê ber bi aştiyeke mayînde bi berfirehkirina qadên siyaseta demokratîk ve girêdayî ye.

DEM Partiyê ji bo pêvajoyê ev bang kir: "Ji bo qonaxa duyemîn a pêvajoyê divê gavên siyasî û hiqûqî demildest bên avêtin. Pêwîst e rêziknameya qanûnî ya Meclisa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê (TBMM) bikeve meriyetê û di serî de 'mafê hêviyê' û statuya Birêz Abdullah Ocalan, hemû pirsgirêkên bingehîn bên çareserkirin."

DEM Partiyê her wiha dawîanîna li pergala qeyûman, cîbicîkirina biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME/AİHM) û berdana girtiyên nexweş wekî şertên sereke yên demokratîkbûnê bi nav kir.

Her wiha got: "Aştî ne tenê danîna çekan e; rûbirûbûna bi heqîqetan re, avakirina hemwelatiya wekhev, maf û azadiyan, edaletê û civaka demokratîk e. Çareseriya demokratîk û aştiyane ya meseleya Kurd, yek ji şertên bingehîn ên veguherîna Tirkiyeyê ya ber bi komareke demokratîk û civakî ve ye."

 "Tirkiye divê bibe pêşengê aştiya herêmê"
DEM Partiyê bal kişand ser aloziyên li Rojhilata Navîn ên ji Filistîn, Libnan, Sûriye heta Yemen û Îranê û ragihand, polîtîkayên şer siberoja gelan dixe bin xetereyê. DEM Partiyê bang li Tirkiyeyê kir ku li şûna tifaqa ligel polîtîkayên şer, ji bo çareseriya demokratîk û aştiya herêmî berpirsyariyê bigire ser xwe û wiha hat gotin:

"Em li dijî 'Peymana Mekkeyê', 'Peymana Bedîrê' û tifaqên nû ne ku xetereya şer bi xwe re tînin. Paşeroja Rojhilata Navîn ne di tifaqên leşkerî û polîtîkayên mezhebî de ye; lê bi naskirina mafên neteweyî, çandî û demokratîk ên hemû gelan û bi vîna wan a azad pêk tê."

 Li dijî parçekirina opozîsyonê, têkoşîna hevpar
Di xaleke deklarasyonê de hat tekezkirin ku li hemberî hewldanên parçekirina eniya opozîsyonê, yekîtiya hêzên çep, sosyalîst, demokrat û pêşverû ji her demê giringtir e. DEM Partiyê da zanîn ku divê têkoşîna demokrasiyê ji saziyên siyasî derkeve û li tevahiya civakê belav bibe û parastina zemînên têkoşîna hevpar yek ji erkên wan ên sereke ye.