Li Hewlêrê planeke stratejîk û çareseriyeke bingehîn bo rêgirtina li lehiyan tên bicihanîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Di çarçoveya civîna Serokwezîr û pêngavên xweparastinê de, civîneke amadekariyan bo rêgirtina li metirsiyên lehiyên pêşbînînekirî li parêzgeha Hewlêrê hat birêvebirin, tê de tekez li ser danîna planeka stratejîk û dîtina çareseriyeka bingehîn hate kirin.

Di çarçoveya serdana Serokwezîr bo dîwana Parêzgeha Hewlêrê de, îro Çarşem, 11ê Mijdara 2026ê, civînek bi serperiştiya Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw û amadebûna Odeya Operasyonên Birêvebirina Qeyranan, nûnerên birêveberiyên avrêyan, avdêrî, Serokatiya Şaredariyê, tîmên parêzgehê û hejmareke endezyarên pispor bi rê ve çû.

Di wê civînê de, nîqaşeka berfireh li ser sedemên kombûna ava baranê û lehiyên borî hat kirin, bi taybetî ew avên ku ji deverên bilind û derve tên nav bajarê Hewlêrê, herwisa helsengandin bo zirar û rêkarên berê hat kirin.

Li gorî ragihandina Parêzgeha Hewlêrê, çend çareserî bo rêgirtina li dubarebûna rûdaneke wekî ya rojên borî hatin berçavkirin, wekî:

- Çareseriya demdirêj: Tekezkirin li ser amadekirina masterplana giştgir a avrêya baranê bo Hewlêrê, bi rengekî ku karibe bi rêyeka zanistî ava barana bajarî û derdorê kom bike û rasterast arasteyî rêya guncayî bike.

- Hevahengiya dezgehî: Bihêzkirina peywendî û hevkariya di navbera hemî dezgehên peywendîdar de, bo serederîkirina ligel îhtîmala barîna baraneka zêde.

- Parastina ewlehiya giştî: Danîna plana kiryarkî bi merema kêmkirina metirsiyan û parastina can û malê welatiyan û jêrxaneya Hewlêrê.

Li dawiyê jî, biryar hat dan ku hemî tîm bo rûbirûbûna her rûdaneke nexwestî di amadebaşiyê de bin û rêkarên lezgîn bo rêgirtina li her rewşeka çêbûna lehiyê bi cih bînin.