Pêşangeha Qehwe û Çîkolata li Hewlêrê hat vekirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Qahweya Kurdî li Hewlêrê di Pêşangeha Çîkolata û Qehweyê de bi markayên navneteweyî re hevrikiyê dike.
Pêşangeha Qehwe û Çîkolata îro 26/12/2021ê li navenda pêşangehan a li Parka Şaneder a Hewlêrê vebû. Pêşangeh dê sê rojan vekirî ve û tê de markayên curbecur qehwe û çîkolata dê bêne nîşandan.
Her çend e çayê vexwarina germ a herî popular a li Herêma Kurdistanê ye, lê di van demên dawîn de vexwarina qehweyê di nav xelkê de belav bûye.
Ji aliyekî din ve, hejmareke ji qehwexane bi şêweya rojavayî li paytexta Herêma Kurdistanê zêde dibin û ciwan di demên cuda yên rojê de berê xwe didinê.
Tiştê balkêş di van qehwexaneyan de ew e, daxwaz li ser qehweya kurdî ya ku bi qehweya Qazwananê jî tê naskirin, zêde heye û bi markayên Erebî û navdewletî re jî hevrikiyê dike.