Parastina Asmanî ya Siûdiyê du mûşekên balîstîk û du dron têk şikandin
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Berevaniyê ya Erebistana Siûdî ragihand, sîstemên wan ên parastina asmanî du mûşekên balîstîk û du dronên ku ber bi bajarê Riyadê û herêma rojhilat a wî welatî ve hatibûn arastekirin, li asman têk şikandine.
Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Erebistana Siûdî Lîwa Turkî Malikî îro 15ê Mijdara 2026an aşkere kir, hêzên parastina asmanî karîne du mûşekên balîstîk ên ku ji aliyê Hûsiyan ve ber bi paytext Riyadê ve hatibûn avêtin, têk bişikînin.
Berî wê jî Parastina Sivîl a Siûdiyê li Riyadê zengilê hişyariya pêşwext lê dabû û piştre bidawîhatina metirsiyê ragihandibû.
Lîwa Turkî Malikî her wiha da zanîn, di du bûyerên cuda de du dronên ku herêma rojhilat a Şahnişîna Erebistana Siûdî kiribûn armanc, hatine astengkirin û têkşikandin.
Ev êrîş di demekê de ne ku Artêşa Yemenê duh ragihandibû, di çarçoveya operasyona "Fecra Yemenê" de li dijî pêgeh, komgeh, çeper, baregehên topxaneyê, wesayît û kelûpelên leşkerî yên milîsên Hûsiyan 723 êrîş û operasyon pêk anîne.
Li gorî daxuyaniya Artêşa Yemenê, 37 ji wan êrîşan bi firokeyên şer, 56 êrîş bi dronan, 89 êrîş bi mûşekavêjan û 541 êrîş jî bi topxaneya meydanî hatine kirin.
Di heman demê de, li gorî Ajansa Nûçeyan a Fermî ya "Sebe"yê, Berdevkê Fermî yê Hêzên Çekdar ên Yemenê Eqîd Rukin Macîd Nezîlî di daxuyaniyekê de tekez kir ku hêzên çekdar li Teizê bi piştevaniya berevaniya gel, li ser rûbirûbûna çekdarên Hûsî û têkbirina şiyanên wan ên leşkerî berdewam in.