Supaya Pasdaran: Me bi şeş dronan baregeheke Amerîkayê li Behreynê kir armanc
Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandariya Supaya Pasdaran a Îranê ragihand, wan bi şeş dronan baregeheke Amerîkayê li Behreynê kiriye armanc û tekez kir ku divê Amerîka têbigihîje ku ji bo her destdirêjiyekê, dê bersiveke dijwar û bihêz werbigire.
Têkiliyên Giştî yên Supaya Pasdaran îro 15ê Mijdara 2026an belav kir, Hêza asmanî ya Supaya Pasdaran di qonaxa duyem a bersiva li hemberî destdirêjiya Amerîkayê de, bi şeş dronan li radara sîstema parastina asmanî ya Amerîkayê ya li baregeha helîkopteran a li Behreynê daye.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dengê lêdanê û hûrbîniya armanckirina wan dronan li deverên cuda yên Behreynê hatiye bihîstin û ev yek şiyana operasyonî ya Supaya Pasdaran nîşan dide.
Di beşeke din a daxuyaniyê de hatiye gotin ku Amerîka piştî têkçûna xwe ya di bernameya alîkariya keştiyan de – ku bi hinceta qaçaxçîtiya petrolê di Tengava Hurmizê re dike – niha hewl dide bi rêya operasyonên sînordar û ketober bala cîhanê ji ser rastiya girtina vê rêya avî ya girîng dûr bixe.
Supaya Pasdaran tekez kir ku Tengava Hurmizê girtî ye û her destdirêjiyeke Amerîkayê dê rûbirûyî bersiveke tundtir û bihêztir bibe.
Supaya Pasdaran di dawiyê de jî hişyarî da ku her destdirêjiyeke Amerîkayê dê rûbirûyî bersiveke bihêz û hesabkirî bibe.