Ji ber sersalê çend cadeyên Hewlêrê tên girtin
Rêveberiya Trafîka Hewlêrê ragihand; ji ber qerebalixiya sersalê çend cadeyên sereke yên Hewlêrê tên girtin.

Hewlêr (K24) - Rêveberiya Trafîka Hewlêrê ragihand; ji ber qerebalixiya sersalê çend cadeyên sereke yên Hewlêrê tên girtin.
Rêveberiya Trafîka Hewlêrê diyar kir; ji ber çalakiyên pîrozkirina sersalê, tê pêşbînîkirin ku li çend deverên Hewlêrê qerebalixî çêbibe, ji ber wê jî biryar dane çend cadeyên bajêr bên girtin û hatinçûna otomobîlan tê de qedexe be.
Li gorî daxuyaniya trafîkê, ew cadeyên ku tên girtin, ev in:
1 - Çarrêya Îskan heta Baxçê Birûsk
2 - Çarrêya Gel heta nav bazara giştî
3 - Çarrêya Mîdya heta bazara giştî
4 - Çarrêya Parêzgariyê heta bazara giştî
5 - Dawiya cadeya Hemra
6 - Pêşiya Family Mall (tenê aliyek)
Rêveberiya trafîkê daye zanîn jî, ti çalakiyeka fermî bo pîrozkirina sersalê nayê kirin.